Zilamên Başûr ji bo anîna jina duyem û sêyem “fêlek qanûnî” dikin!
![Zilamên Başûr ji bo anîna jina duyem û sêyem “fêlek qanûnî” dikin!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/f6256d42f6dba5b779f7a015de476bed_L.jpg )
Berpirsê Odeya Parêzeran li bajarokê Xurmatû yê Kurdistana Başûr, Ehmed Hemîd ji BasNewsê re got, ji ber ku li Herêma Kurdistanê qanûn rê nade zilaman jina duyem yan jî sêyem bînin, zilam neçar dimînin serdana dadgeha Xurmatû bikin.
Ehmed Hemîd diyar kir ku li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, heta jina yekem razî nebe zilam nikare jina duyem bîne û got, ev qanûn li Xuramtû nîne ji ber wê jî zilamên ku dixwazin jina duyem yan sêyem bînin, tên vir.
Bajarokê Xuramtû, destpêkê girêdayî Kerkûkê bû lê paşê bû beşek ji parêzgeha Selahedîn a Iraqê. Her çiqas Xurmatû beşek ji Kurdistanê ye lê niha di warê îdarî de girêdayî Bexdayê ye.
Basnews