• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî bi helkefta Newrozê peyamek girîng belav kir

Gulan Media March 21, 2021 Nûçe
Serok Barzanî bi helkefta Newrozê peyamek girîng belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevahiya gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir.

Serok Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir. Peyama Barzanî wiha ye:



Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên xelkê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li gelê Kurd li perçeyên din yên Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li wan hemû neteweyan dikim ku Newroz beşek e ji kultûr û kevneşopiyên wan.

Ji bo gelê Kurdistanê Newroz ji bilî hatina bihar û nûbûna xwezayê, wateya azadîxwazî û raperîna li dijî sîtemkariyê jî dide. Kurd li Newrozê da raperînê kiriye bo ku ji bindestiyê rizgar bê û azadiyê bi dest ve bênê. Ruhê raperîn û azadîxwaziya Kurd gelek ji berê de hebu û niha jî her heye û heta bindestî û sîtemkarî hebê her berdewamiya xwe dibê.

Gelê Kurdistanê bawerî bi pêkvejiyana netewe û ol û bîr û ramanên cûda heye û li vî derbarî de xwedî kultureke dîrokî û kûre û bi kirdarî bingehên pêkvejiyanê piyade kiriye û kar pê kiriye. Li heman demê de jî giyanê azadîxwazî û pêkvejiyana Kurd, herdem li gel aştîxwaziyê da buwe. Gelê Kurdistanê dixwazê bi awayeke aştiyane çarenivîsa xwe diyar bike û kêşeyan li rêya aştiyê ve çareser bibin û bawerî bi şer û tundutîjiyê nîne. Lê belê li gel ewe da jî sîtem û zordariyê ji tu aliyek qebûl nake ku kar gihîşte wê yekê zulm û te'dayî lê bêkirin berevaniyê li mafên xwe dike.

Me herdem pê xweş e û em dixwazin giriftên xwe yên li Iraqê da li ser bingeha şeraketê bêne çareser kirin. Gelê Kurdistanê li ser bingeha yekîtiya arezûmendane li Iraqê da şerîke. Ladana li bingeha yekîtiya arezûmendane û bikaranîna zimanê zorîne û kemîne û kultûra xwesepandinê û înkarkirinê, bi piştrastiyê ve giriftan çareser nake.

Newroza we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî

29ê Reşemmeya 2720 a Kurdî

20ê Adara 2021 ê Zayînî
Top