• Monday, 01 July 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê 505 kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 505 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 505 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 505 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 168 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê, 193 kes li Duhokê, 18 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan3 kes li Hewlêrê û 3 kes jî li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 192 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 74 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 44 kes li Duhokê, 12 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 1150515

Mirin: 3585

Başbûn: 106515

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.



Top