• Monday, 01 July 2024
logo

Komîteya Newroza Amedê: Bi cil û bergên Kurdî bên qada Newrozê

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Komîteya Newroza Amedê: Bi cil û bergên Kurdî bên qada Newrozê
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îrfan Soner dibêje “Îsal em du newrozan bi hev re pîroz dikin. Daxwaza me ji xelkê ew e ku gel bi cil û bergên kurdî bêne qada Newrozê.”

Îsal jî bajarê Amedê dê ji mezintirîn pîrozbahiyên Newrozê yên li her çar aliyên Kurdistanê re mazûvaniyê bike. Li gorî Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, ew li bendê îsal jî digel nexweşiya koronayê jî milyonek kes beşdarî vê pîrozbahiyê bibe.

Bi axa sor û heriyê dîwarê ku dê agir li dorê bê pêxistin qayîm dikin. Roja 21'ê Adarê dê pîrozbahiya Newrozê li dora vê meşaleyê bi gurkirina agirê Newrozê dest pê bike. Hemû amadekarî ji bo vê pîrozbahiyê ne ku mezintirîn pîrozbahî ye li bajarên kurdan.

Ji bo mezintirîn pîrozbahiya Newrozê HDP'ê li Rêxistina Yenîşehîra Amedê dest bi xebata plansaziya Newrozê dike. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ji dîplomasiyê heta rêkarên koronayê, ji amadekirina navê rojnamevanên ku dê Newroza Amedê bişopînin heta axaftinên ku dê li ser dika platformê bêne kirin, her hûrgiliyê yek bi yek plan dikin.

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îrfan Soner dibêje “Îsal em du newrozan bi hev re pîroz dikin. Sala din ji ber pandemiyê me Newroz pîroz nekiribû. Hem ya par û hem jî ya îsal em ê bikin yek. Gel jî bi wê coşê li benda me ye. Ji ber wê hejmar em li ser milyonekî re li bendê ne. Li qadên din, li bajarên din jî Newroz tê pîrozkirin. Ji ber vê yekê girseya me dê tenê ji Amedê be. Daxwaza me ji xelkê ew e ku gel bi cil û bergên kurdî bêne qada Newrozê.”

Pîrozbahiyên Newroza îsal ji yên salên berê cudatir in. Ji ber nexweşiya koronayê bajarên weke Stenbolê ne tê de, li 30 bajaran dê Newroz tenê di 21'ê adarê de bê pîrozkirin. Ji xeynî HDP'ê 8 partî û rêxistinên Tifaqa Kurdistanê jî di amadekariyan de cihê xwe girtine.

Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ehmed Kaya got “Partiyên din jî di komîteya amadekar de cih digrin. Ev jî cara yekemîn e ku wiha çêdibe. Bi hev re gihiştin encamek. Tifaqa Kurdistanê dê li ser hevkarî, kar û meşên pratîk xwe ava bike. Çiqas bi hev re kar bikin dê ewqas jî bi hev re germahî çêbibe.” Salên pêş de jî ger bi hev re kar bikin dê coşa wê jî zêdetir bibe. Moral û motîvasyon jî dê zêdetir bibe.

Ji niha de li gelek kuçe û kolanên Amedê afîş û pankartên pîrozbahiya Newrozê hatine daliqandin. Digel nexweşiya koronayê jî tê çaverêkirin ku pîrozbahiya herî girseyî li Amedê pêk bê. Amadekarên Newrozê daxwaz ji xelkê dikin ku îsal bi cil û bergên kurdî tevli pîrozbahiyê bibin.

Rudaw
Top