• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiye dîsa welatiyên medenî qetil kir

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Tirkiye dîsa welatiyên medenî qetil kir
HSDê jî 19 leşker, cîhadî û terorîstên Tirkiyeyê kuştiye.


Bajarokê Eyn Îsayê topbaran kiriye şehîd û birîndar hene.

Li gor zaniyariyên berdest, îro artêşa Tirkiyeyê û komîn terorîst û cîhadî yên Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser gelê Kurd de, li Rojavayê Kurdistanê, îro dîsa bajarokê Eyn Îsa û derdorê bi tundî topbaran kirine.

Hate zanîn ku di encama topbarana han de hijmarek welatiyên medenî canê xwe ji dest dane ku yek ji wan zaroke, û hijmareke zêde jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve HSDê jî belav kiriye ku artêşa Tirkiye û cîhadî xwestine bi rêya bejahî êrîşî ser Eyn Îsayê bikin û bajar dagîr bikin lê êrîşa wan hatiye têkbirin û herî kêm 19 leşker û cîhadî û terorîstên Tirkiyeyê hatine kuştin.
Top