• Monday, 01 July 2024
logo

YE bertek nîşanî Tirkiyeyê da

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
YE bertek nîşanî Tirkiyeyê da
dibêje pakêca erdogan bo mafên mirovan tenê gotinên bê cewherin.
Dibêje rewşa azadî û azadiya ramanê di metirsiyê deye.

Piştî vekirina dozê bo daxistina HDPê û herwiha hilweşandina parlementeriya Parlementerê HDPê Omer Faroq Gergerîoglû, Yekîtiya Ewrûpayê bertekên tund nîşandî Tirkiyeyê da.

Yekîtiya Ewrûpayê eşkere kiriye ku, ev kiriyarên han nîşaneya vê yekê ne ku li Tirkiyeyê, demokrasî, azadî, azadiya ramanê û mafên mirov di metirsî dene.

YE herwiha eşkere kiriye ku ev kiriyarên hikûmeta Tirkiyeyê di demekê dene ku beriya çend rojan Erdogan qala bihêztir kirina azadiya ramanê û parastina mafên mirovan kiribû, lê tiştên ku di parlementoya Tirkiyeyê de hatin kirin, îsbat kirin ku ev gotinên Erdogan jî tenê gotinin û di meriyetê de tiştek nehatiye guhertin.

Top