• Sunday, 28 July 2024
logo

Diyardeya karkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê

Diyardeya karkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê
Bikaranîna zarokên li jêr 18 salî li rojavayê kurdistanê bûye Diyardeyeke normal. Li kargehên pîşesaziyê bi sedan zarok karê giran dikin, bi bihaneya ku rewşa xwendinê li deverê lawaz dibe û ji aliyekî din ve jibo alîkariyê bi malbatên xwe re bikin.

Hisên û Mistefa herdu bira ligel hevalê wan Ismayîl, di kargeheke pîşesaziyê li bajarê Qamişlo kar dikin. Piştî malbatên wan bi sedema şer derbeder bûn, ji xwendina xwe dûr ketin û bi sedema veguhestina malbata Hisên û Mistefa ji Til Eranê ber bi Kobanê û piştre ber bi Qamişlo ve, derfeta xwendinê û çûna dibistanê li pêş wan hate girtin, loma ew neçar bûn alîkariyê bi malbata xwere bikin di warê aborî de.

Hisên Ebdo ku di kargehê de kar dike, derbarê rewşa xwe de ji K24ê re axivî û got: “Em li Kobanê bûn dema Daişê êrîşî me kirin. Em koçberî Qamişlo bûn. Ez nema dikarim herim dibistanê ji ber wilo ez vî karî dikim.”

Mistefa Ebdo jî dibêje: “Min dev ji dibistanê berda û piştî ez mezin bûm û nema dikarim herim dibistanê. Ez poşman bûm. Niha ez xwe fêrî karê mîkanîk dikim, çêtire ez li cadeyan bigerim.”

Ismayîl Yûsif jî dibêje: “Xwendin ji dest me çû û nema baweriya me bi xwendina niha tê, ji ber wilo min ev kar ji xwe re hilbijart, daku ez alîkariyê bi bavê xwer e bikim û ji alîkî din ve ez fêrî karekî baş dibim.”

Li gorî xwedanê kargehekê ev diyarde rojane tê bikaranîn, lê ji aliyekî din ve, dibîne ku ev zarok piştî ji xwendinê dûrketin, çareya baş ew e. ku pîşeke guncay ji xwere perwerde bibin.

Xwediyê Kargehê Şêxmûs Hiso derbarê vê pirsê di ji K24ê re got: “Di destpêkê de ez tekez li ser giringiya xwendinê dikim, lê eger bi sedemên curbecur ev zarok dûrî xwendinê dikevin, ya baş ew e fêrî karekî baş bibin. Ji ber karê me girane ez erêkirina malbatên wan dixwazim paşê wan li kargeha xwe perwerdeyî kar dikim.”

Li gorî hin mafnasan, diyardeya bikaranîna zarokan li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe, ewjî ji ber gelek sedeman wek: Berdewamiya şer û pevçûnan ku krîzeke aborî diafirîne, herweha kêmbûna çanda bi mafê zarokan ligel daketina asta xwendinê, bi sedema nakokiyên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîmê de.

K24
Top