• Monday, 01 July 2024
logo

Li Fransayê ji bo 4 hefteyan qedexe tê ragihandin

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Li Fransayê ji bo 4 hefteyan qedexe tê ragihandin
Fransa careke din ketiye ber pêleke vîrûsa koronayê û hikûmeta wî welatî biryar da, ku li 16 navçeyan ji bo dema 4 heftiyan qedexeya derketinê were ragihandin.

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand, ku ji 20 Adarê ve, ew qedexe destpê dike û ji bilî dibistanan û firoşgehên kelûpelên sereke, wê tevahiya cihên din bêne girtin.

Jean Castex diyar jî kir, ku vîrûsa korona bi awayekî lez li welatê wan belav dibe û sedema vê yekê jî, ew curê nû yê korona ye, ku li Brîtaniya hatiye dîtin, ku hem bi awayekî leztir belav dibe û hem jî metirsiya wê zêdetire.

Serokwezîrê Fransayê dibêje, ku wan hejmareke tedbîr bicih dikirin, lê ew tedbîr têrê nakin û tevî Parîsê, wê li 15 navçeyên din yên Fransa ji bo dema 4 hefteyan qedexeya derketinê bê ragihandin û geştên ji bo welatên din jî eger gelek pêwist nebin, dê neyên encamdan.

Li Fransa di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de, 34 Hezar û 998 kes bi vîrûsê ketine û 274 kesan jî jiyana xwe jidest dane.

Rudaw
Top