Artêşa Iraqê daxwaz ji PKKê û hêzên ne qanûnî kir ji Şingalê derkevin
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya artêşa Iraqê, Tehsîn Xefacî di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, ji bilî hêzên ewlehiyê yên fermî, bi ti awayî rê nayê dayîn ku komên çekdar li nav Şingalê bimînin.
Xefacî destnîşan kir, fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê, Mistefa Kazimî rijd e li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, ku di 9 Cotmeha borî de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin.
Basnews