• Monday, 01 July 2024
logo

Konsulên welatan Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kirin

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Konsulên welatan Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kirin
Konsulên welatan ên li Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Newrozê peyamên xwe yên pîrozbahiyê bi rêya Rûdawê gihandin xelkê Kurdistanê. Konsulan di peyamên xwe yên pîrozbahiyê de de behsa peywendiyên baş li gel Herêma Kurdistanê kirin û hêviyên xwe derbirîn ku xelkê Kurdistan û cîhanê saleke xwe derbas bikin.

“Bi hêvî me sala nû xweş û geş be”

Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê, James Thornton pîrozbahiya cejna Newrozê li gelê Kurdistanê kir û ragihand, ew bi hêvîne saleke xweş û geş be.

Derbarê Coronayê de, Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê got, gelekî giring e her kes xwe ji nexweşiyê biparêze, divê xelk hişyar bin û xwe dûr bixin ji qerebalixiyê, û ji bilî endamên malbata xwe gelekî xwe nêzîk hev nekin. Maskan deynin, xwe ji teqe jî nekin.

James Thornton got, “Ez dizanim Newroz fistîvaleke gelekî giringe li Herêma Kurdistanê, ez Newrozeke xweş û saleke nû ji bo hemû Kurdên vir û yên seranserî cîhanê dixwazim, em bi hêvîne saleke xweş û geş be. Derbarê Corona yê ez dibînim gelekî giringe her kes xwe ji nexweşiyê biparêze, û veneguhêze ji bo kesên din, divê xelk hişyar bin û xwe dûrbixin ji qerebelixiyê, divê gelekî xwe nêzîk nekin ji kesên ku ne ji malbatên wanin, maskan deynin, xwe ji teqekirinê jî dûrbixin. Min niha mask daniye ku gelekî giringe ez silametiya xwe biparêzim, divê xelk jî silametiya xwe biparêzin.

Bila gelekî haya we ji we hebe di vê dema taybet de ya salê. Ez bi gotinekê bi dawî dikim,, Newroza we pîroz be. Gelekî kêfa min ji cilên Kurdî re tê, ez bextewerim li herêma Kurdistan , cihê şanaziyê ye bi lixwekirina van cilan ez rêzê li wan kesan bigrim ku mêvandariya min kirine.”

“Divê hemû kes metirsiyên Corona li ber çavan bigirin”

Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê, Klemens Semtner, Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir hêviya Newrozeke xweş xwest.

Konsulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê ji Rûdawê re got: Ew bi hemû awayî piştevaniya rênmayiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dûrxistina xelkê ji qerebalixiyê dike, got jî divê hemû kes metirsiyên Corona li ber çavan bigrin.

Klemens Semtner got, “Destpêkê derfetê bidin min ez ji hemû gelê Kurd re bêjim; Newroza we pîroz be. Hêviya Newrozeke xweş ji we re dixwazim. Em li vir gelek kêfxweş in ku li gel wel ahengê digêrin. Hêviya aştî, jiyaneke xweş û baştirîn tendirustiyê ji gelê Kurd û tevahiya wan xelkên li Kurdistanê dijîn, dixwazim. Ez bi hemû awayekî piştevaniyê li rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku dibe îsal xelk xwe ji sazkirina ahengên qerebalix dûr bigire. Divê her kes wê rastiyê li ber çav bigirin ku heta niha Covid-19 heye û em ber bi pêla wê ya duyem ve diçin, ji ber wê jî gelek girîng e em agahdar bin.”

“Sala nû ya Kurdî helkefteke zor taybet e”

Konsulê Komara Çekya li Hewlêrê Michal Svoboda dibêje, ew gelek kêfxweşe ku çend caran hatina sala nû ya Kurdî, Newroz dîtiye. Ew jî bi sedema karê xwe li Hewlêrê.

Konsulê Komara Çekyayê dibêje, Newroz helkeftek taybete, ji ber ku xelk diçin derve û pêşwazî li buharê dikin, lê îsal ji ber ku hîna Corona maye, daxwaz ji xelkê dike xwe biparêzin.

Konsulê Komara Çekyayê dibêje, “Sala nû ya Kurdî helkefteke zor taybet e û ahengek gelek bi rewş e. Kêfxweş im ku bi rêya karê xwe li Hewlêrê min çend carek hatina sala nu ya kurdî dîtiye. Dema Newrozê, xelk xwarinên Kurdî amade dkin, stranan dibêjn û dawetê dikin. Jiber wê yekê jî helkefteke gelekî taybet e. Malbat diçin derve û diçin gundan daku tamê ji sirûşt û hatina biharê wergrin. Herweha di vê demê de, xelk û malbatên wan li hev kom dibin. Lê mixabin, îsal hîn petaya Coronayê maye. Ez bi xwe, her car diçime derve û maskan bi kar tînim daku xwe û kesên ezîzên xwe û yên din jî biparêzim. Hêviya saleke pirr xêrubêr û xoşî leşsaxîyê bo hemû aliyekî dixwazim. Û maskên xwe ji bîr nekin."

“Hêvê dikim Kurd li hemû cîhanê baş bin”

Konsulê Holenda li Hewlêrê jî bi helkefta Cejna Newrozê got, ew hêvî dike Kurd li hemû Cîhanê baş bin. Serkeftin, aştî, aramrî û tendirustiyek baş di sala nû de ji bo hemûyan dixwaze.

Hans Akerboom ji Rûdawê re got: Tevî rewşa Corona yê, ew hêvî dike ku xelk bikaribin bi awayekî tendirust û bi xweşî ahenga sala nû bigerînin.

Hans Akerboom dibêje, “Ev yekemîn care ez ji bo vê bêhnvedanê li Kurdistanê me. Ez hêvî dikim Kurd li hemû cîhanê baş bin. Ez serkeftin, aştî , seqamgêrî û tendirustiyek baş di sala nû de ji bo hemûyan dixwazim. Tevî rewşa Corona yê , ez hêvîdikim bikaribin bi awayekî tendirust û bi xweşî ahenga sala nû bigerînin. Gotina newroz bi xwe wateya wê Roja nûye. Ez bihêvîme rojên nû û baştir li pêşiya xelkên herêma Kurdistanê bin. Wek Holenda em li vê derê ne ku bi hevre kar bikin, da ku Kurdistanê baştir û aramtir bikin . Newroza we Pîroz be, Newroza we pîroz be.”

“Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dikim”

Konsulê Îmaratê li Herêma Kurdistanê, Ehmed Ibrahîm EL-Zahirî jî Cejna Newrozê li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û got, ew bi hêviya îsal saleke Xêrê be û aştî berdewam be.

Ehmed Ibrahîm EL-Zahirî ji Rûdawê re got, gelek kêfxweşe ku îsal beşdarî boneya Newrozê dibe.

Ehmed Ibrahîm EL-Zahirî, got, “Şeref e ji bo min ku îro bi navê Dewleta Îmarata Erebî Cejna Newrozê li hikûmet û gelê Kurdistanê pîroz dikim, bi hêviya Xwedê îsal saleke xêr be û aştî berdewam be, ku hevdeme li gel serdana Papa Francis ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, ku peyama hezkirin û lêborînê bû. Destpêka salê ye geşbînî li gel xwe tîne, em bi hêvîne pêkvejiyan , hezkirin û aştî bêhtir bibe li nava hemû aliyên civaka herêma Kurdistanê.

Li vir ez pêrozbahiyê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim bi ser hemuyan re Fexameta Mesûd Barzanî û Fexameta Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî , herwiha li xelkê Kurdistanê yê ku kêfa wan ji pêkvejiyan û aştiye re tê. Wek Qunsulê Giştî yê Îmaratê ez gelekî kêfxweşim ku li gel birayên xwe li Herêma Kurdistanê beşdarî vê boneya pîroz dibim.”

Rudaw
Top