• Monday, 01 July 2024
logo

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Ji ber ku ez ê di Newrozê de li Kurdistanê nebin, xemgîn im

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Ji ber ku ez ê di Newrozê de li Kurdistanê nebin, xemgîn im
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood ragihand; ji ber ku di Newrozê de ew ê li Kurdistanê nebe, xemgîn e û got: “Pêwendiyeke me ya baş heye bi Serok û Serokwezîrê Hêrêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê re.”

Joey Hood ji K24ê re ragihand: “Ez kêfxweş nînim, ji ber ku du salê berê, min ligel we Newroz pîroz kir, niha ji ber Koronayê nikarim werim û min şansê derbaskirina demeke xweş di wê keş û hewaya xweş de ligel hevalên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji dest da.”

Hood diyar kir: “Ez hêvî dikim sala bê werim Hewlêr, Silêmanî, Duhok û deverên din. Ez pîrozbahiya Newrozê li we dikim û hêvîdar im sala bê her tişt baştir bibin.”

Derbarê îdareya nû ya Amerîkayê de destnîşan kir: “Îdareya me ya niha, ji kesên şareza pêk tê, ku ezmûna wê ligel Iraqê, bi taybetî Kurdistanê heye. Ew rayedarên diyar in û xelkê nas dikin.”

Joey Hood eşkere kir: “Em kêfxweş in ku pêwendiyeke me ya baş heye ligel rayedarên Herêm û Bexdayê.”.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê siberoja Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de dibêje: “Em bi hev re dikarin karên zêdetir bikin di temamê warên cuda de, lê pêwîstiya me bi seqamgîriya zêdetir e, hêzên Iraqê û Pêşmergeyên qehreman karekî mezin kirin ji bo parastina Iraqê û metirsiya DAIŞê kêm kirin. Pêwendiyeke me ya gelek baş ligel Mistefa Kazimî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî heye û em dikarin hewleke baş bidin ku Bexda û Hewlêr di demeke herî nêz de bigihin rêkeftinê.”

k24
Top