Komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê rêkeftina şanda Kurdistanê bi aliyên şîe re pesend kir
Qasekî beriya niha civîna komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê li ser rêkeftina şanda hikûmeta Kurdistanê bi aliyên şîe re xilas bû. Di civînê de rêkeftin hat pesendkirin.
Tê pêşbînîkirin îşev parlementoya Iraqê li ser bûdceya giştî ya sala 2021 ya Iraqê bicive û pesend bike.
Basnews