• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiye ji peymana Îstebûlê derket

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Tirkiye ji peymana Îstebûlê derket
opozîsyona Tirkiyeyê daxwaza cîhbicîh kirina peymanê dike.


Dibêje ev peyman beruvajî pîwanên me ye.

Peymana Îstebûlê yaku ji bo pêşîgirtina tundiya dijî jinan û rûbirû bûna tundûtîjiya dijî jinan hatibû îmzekirin û tevahiya welatên Ewrûpî îmze kiribûn, ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hatibû îmzekirin.

Lê ev salek zêdetire jiber zal bûna îdeolojiya îslama siyasî li Tirkiyeyê, hikûmeta Tirkiyeyê bi taybetî partiya AKP û aliyên îslamî daxwaz ji Tirkiyeyê dikirin ku ji peymanê derkeve jiber ku ev peyman ne li gor pîwanên îslamî û civata Tirkiyeyê ye.

Jiber vê yekê jî Tirkiye îro bi fermî ji peymana Îstenbûlê vekêşa.

Aliyên demokrat û opozîsyona Tirkiyeyê piştîvaniya peymana han dikin û dibêjin derketin ji peymanê nîşaneya vê yekêye ku desthilat alîgirê tundiya dijî jinane û li hember tawanên ku li dijî jinan tênkirin, hikûmet dixwaze bêdeng bibe.

Hin aliyên opozîsyonê jî qala vê yekê dikin ku hikûmeta bo xwe tundî dijî jinan bikar tîne û hana hin kesan jî dide ku tundiyê dijî jinan bikin.

Herwiha li Tikiyeyê ev kesên ku tundî dijî jinan dikin nayên cezakirin.

Tirkiye di 11 meha gulana 2010an de ev peyman îmze kiribû û di sala 2021an de bi fermana civata wezîran hatibû pejrandin.

K24
Top