Wezîrên derve yên Tirkiye û Îranê civiyan
Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî beşdarî wê civînê bû ku duh Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandibû ku wê Zerîf serdana Tirkiyê bike û ew ê behsa peywendiyên dualî, pêşketinên li navçeyê û cîhanê gotûbêj bikin.
Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bo Tirkiyê di demekê de ye ku ji çend hefte beriya niha hevpeyvîneke Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî ya li gel Rûdawê di navbera herdu aliyan de bûbû sedema krîzekê.
Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî ji Rûdawê re ragihandibû ku ti peywendiya Tirkiyê bi Şingalê ve nîn e, alozî di navbera Tirkiye û Îranê de derketibûn û piştî wê aloziyê cara yekê ye ku Wezîrê Derve yê Îranê serdana Tirkiyê dike.
Rudaw