• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Stenbolê lûtkeya jinên karsaz dest pê kir

Li Stenbolê lûtkeya jinên karsaz dest pê kir
Li Stenbolê, ji aliyê saziya aboriyê MUSÎAD'ê ve, bi beşdariya nêzîkî 500 jinan, lûtkeya jinên karsaz hat lidarxistin û kêşeyên jinên karsaz hatin axaftin. Di lûtkeyê de hat ragihandin ku jinên karsaz ji piştevaniya saziyên darayî bê par in û ev yek jî rê li ber karê wan digire.

Jinên karsaz, bi mebesta guftûgokirina rola jinên karsaz a li ser aboriyê û guhdarîkirina daxwaz û kêşeyên xwe li Stenbolê di lûtkeya jinên karsaz de li hev civiyan.

Jinên ku, beşdarî lûtkeyê bûn amaje kir ku, ji bo pêşketina aboriya welatekî divê jinên xebatkar zêdetir bên îstîxdamkirin û derfet bo jinên karsaz bên zêdetirkirin.

Derbarê vê mijarê Karsaz Ayşegul Tayar wiha ji K24ê re got: "Kêşeya herî mezin a jinên karsaz ew e ku bi awayekê hêsantir nikarin xwe bigihînin sazî û dezgehên fînansal. Weke din jinên xebatkar ji bilî karên xwe yên derva erkên xwe yên li malê jî pêk tînin."

Herwiha karsazeke din jî bi navê Gonul Bîlban wiha ji K24ê re axifî : "Min bixwe tu kêşe nedît. Li gorî kesan hin tişt diguhere. Eger jin bixwaze dikare her tiştî bike."

Jinên karsaz di warê aboriyê de ji ber ku, derfetên kakirina jinan ne zêde de ne nîgeran in. Di lûtkeyê de rêjeyên kakirina jinan jî hat nirxandin. Li gor lêkolîneke fermî ku di sala 2014'an de li Tirkiyê hatiye kirin di nav 28 milyon jinan de ku ji 15 salî mezintirîn bi tenê 8 milyon jin kardikin

Derbarê vê yekê Karsaz Reyhan Aksoy wiha got: "Ez ji hemû jinan re dibêjim: Bila amancên we her tim yên mezintir bibe. Xwe sînordar nekin."

Karsazake din jî wiha axifî: "Çi astengî hebin jî divê jin tu carî serê xwe netewîne. Çimkî dema jin bixwaze xebat, dikare berdewamiya karê xwe jî pêk bîne."

Nêzîkî nifûsa dinyayê ji jinan pêk tê. Lê belê hejmara jinên xebtakar û karsaz ne wek nifûsa cihanî nivî nivî ye. Bi taybetî li Tirkiyê li gor welatên Ewropayê hejmara jinên muteşebbîs gelek kêm e. Niha bi veberhênanên taybet û fermî dabînkirina karê jinan zêdetir e.

K24
Top