• Monday, 01 July 2024
logo

"Şanda Kurdistanê û aliyên Şîe li ser budceyê gihiştin rêkeftinê"

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aliyên Şîe yên Iraqî re li ser nivîseke nû ya projeyasaya budceya Iraqê gihîşt rêkeftinê.

Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand ku qasekî beriya niha civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi aliyên şîe re li ser pişka Kurdistanê di budceya Iraqê de xilas bû.

Hedad eşkere kir ku di civînê de her du alî gihîştin rêkeftina destpêkê. Eger naveroka wê rêkeftinê ji aliyê komîsyona darayî ya parlementoyê ve were pesendkirin, wê çaxê dê bikeve dengdana parlamentoyê û were pesendkirin.

K24
Top