• Monday, 01 July 2024
logo

HDP: Divê Cejna Newrozê bibe bêhnvedana fermî

Gulan Media March 20, 2021 Nûçe
HDP: Divê Cejna Newrozê bibe bêhnvedana fermî
Parlamenterê HDPê Murat Sarisaç ji bo 21ê Adarê Cejna Newrozê bibe bêhnvedana fermî pêşniyara qanûnê da

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Murat Sarisaç ji bo 21ê Adarê Cejna Newrozê bibe bêhnvedana fermî pêşniyara qanûnê da parlamentoya Tirkiyê û tê de dibêje “Ji bo roja 21ê Adarê li welatê me ji aliyê milyonan ve bi hestên yekîtî, biratî û aşitiyê bê pîrozkirin, Arman ew e ku 21û Adarê Cejna Newrozê bê pîrozkirin.”

Parlamenterê HDPê Murat Sarisaç di pşêniyara qanûnê de amaje bi yekê dike ku her çend Newroz di mîtolojiya her netewî de hebejî, bingeha xwe ji destana azadbûna Kurdan ya Kawayê Hesinkar ku li dijî Dehaqê zalim serî hildaye werdigre, ji ber vê yekê bi hezaran sal in Newroz bi Kurdan ve tê naskirin û ji aliyê wan ve bi awayekî cuda cuda tê pîrozkirin.

Herwiha Sarisaç diyar kir ku tevî hemû rastiyan Cejna Newrozê li Tirkiyê bi salan hatibû qedexekirin û di encama qedexekirinê de bi sedan kes birînda bûn û hewqas kes jiyana xwe ji dest dan bi taybetî di sala 1992an de li Cizîrê di pîrozbahiya Newrozê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan.

Sarisaç tekez kir ku di sala 2008an te li cihên ku destûra pîrozbahiya Newrozê hatibû dayîn tu pirsgirêkek derneket lê cihên destûr nehat dayîn bûyerên kuştin, birîndarî, desteserkirin û girtin pêk hatin. Murat sarisaç wek mînak di 2017an de li Newroza Amedê kuştina Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut da.

Parlamenterê HDPê bal kişand ser wê yekê ku Newroz li gelek welatan bêhnvedana fermî ye û wiha berdewam dike “Di serî de Kurd û Tirk 21ê Adarê dikare bibe roja hemû gelan ku bi hevre wek mîhrîcanê pîroz bikin. Rêya vê yekê jî roja 21ê Adarê wek behnvedaneke fermî bê îlankirin û li qadên Newrozê bi hevre govend bigrin. Ji ber vê yekê bi serbestî pîrozkirina Cejna Newrozê, dê gelan bîne ba hev û bi hev re girêbidê, ji bo vê jî qebûlkirina 21ê Adarê wek cejna fermî dê bibe gaveke dîrokî.”

Rudaw
Top