• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Japonê civiya

Gulan Media March 18, 2021 Nûçe
Serokê herêmê li gel balyozê Japonê civiya
Japon dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Japonê kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê Suzuki Kotaro kir.
Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Japonê, hevkariyên Japonê yên bo Kurdistan û Îraqê, berfiretir kirina têkiliyên heyî, derfeta kar kirin û hêlbirîna kompaniyên Japonî li Kurdistanê, bandorên Koronayê li ser warên giştî, rewşa navxweyî ya Kurdistanê û çend mijarên din hate kirin.
Suzuki Kotaro diyar kir ku aramiya heyî ya li Kurdistanê gelek girînge û Japon gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê, û spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku asankarî pêşkêşî ajans û kompaniyên Japonî yên li Kurdistanê de kiriye.
Top