• Monday, 01 July 2024
logo

Joe Biden: Putîn wê baca destêwerdana hilbijartinan bide

Gulan Media March 18, 2021 Nûçe
Joe Biden: Putîn wê baca destêwerdana hilbijartinan bide
Serokê Amerîka Joe Biden îro roja çarşemê dîyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê jiber destwerdana hilbijartina seroktîya Amerîkî ya Mijdara 2020aan de ya bo qazanckirina Donald Trump rûbirûyê encaman bimîne, ewê demekî nêz de werin eşkere kirin.

Joe Biden di hevpeyvînekê de ku di televizyona ABC News de hate weşandin de şiroveyên xwe kirin û Biden got: "Ewê bacê bide. Hûnê di demekî kurt de bibinin.’’

Raporeke îstixbarata Amerîka roja sêşemê îdayên dem dirêj yên ku digotin ku Putin li pişt destwerdana hilbijartinê ya Moskowê ye, piştrast kir. Lêbelê, Rûsya ev tawanbarîye wek bêbingeh bi nav kiribû.

Hevdem, Biden destnîşan kir ku cîh hene ku di berjewendîya wan ya hevbeş de ne ku ew bi hev re bixebitin, mîna nûkirina peymana navokî ya bi navê START, û got ku her du rêber hevûdin nas dikin.

Herwiha Biden got: "Ez wî bi rêjeyî baş nas dikim. Di tecrûba min de, di mijara xebata bi rêberên biyanî re tiştê herî girîng naskirina yê din e."

Biden di derbarê Putin de got ku ew nafikire ku giyanek serokê Rûsî hebe.Herwiha derbarê pirsa 'gelo ew difikire ku Putin kujer e,' wî ji ABC re got: "Ez difikirim."

Basnews
Top