• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel balyozê Japonê civiya

Gulan Media March 18, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel balyozê Japonê civiya
dibêje Kurdistan bo Japonê gelek girînge.




Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Japonê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Duh çaşem 17ê Adara 2021an me pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê Suzuki Kotaro kir.

Di civînê de balyozê Japonê stayîşa herêma Kurdistanê kirk u faktereke girîng ya aramiyê ye li deverê de û tekez li ser pere pêdana zêdetir ya têkiliyên welatê xwe û berdewam bûna piştîvaniya kirina hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî di warê zêdetir kirina hêlbirîna Japonî li herêmê de.

Balyozê Japonê Suzuki Kotaro herwiha spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir jiber hevkarî û karasaniyên ku pêşkêşî ajans, saziyên medenî yên Japonê li herêmê kiriye.

Di berdewamiya civînê de hevdem ku me spasiya piştîvaniyên Japonê yên bo herêma Kurdistanê kir, tekez jî li ser vê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê, pêşwaziya pere pêdana pir alî ya têkiliyên xwe li gel Japonê dike.

Di civînê de ku berpirsê nivîsîngeha Konsulusgeriya Japonê li Hewlêrê Nagyama Yoshiko jî têde beşdar bû, me hêviya serkeftinê bo xwest jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî li herêma Kurdistanê de.
Top