PE ji bo Gergerlîoglu bertekeke tund da
Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sancehz Amor û Hevserokê Komisyona Parlamentoya Têkel ya YE-Tirkiyê Sergey Lagodinsky di derbarê hilweşandina parlamaneteriya parlamenterê HDPê Omer Farûk Gergerlîoglu daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.
Di daxuyaniye tê diyarkirin ku “Em biryara rakirina parêzbendî û hilweşandina palamenteriya Gergerlîoglu û piştre cezayê girtîgehê yê gengez bi tundî şermezar dikin. Binpêkirinek cidî ya mafên mirovan e û gaveke ku baweriya bi demokrasiya parlementeriyê ya Tirkiyê kêm dike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hat gotin:
“Rewşa Gergerlîoglu; li welat rewşa xeter ya azadiya derbirînê, ji bo dengên renexeyan qut bikin xerab bikaranina qanunên li dijî têkoşîna terorê mînakeke berbiçav a zextên li HDP'ê hate kirin e.
Îxraçkirina Gergerlîoglu ya ji parlamentoyê û nêzikbûna girtina wî, tenê du hefte piştî ku Serokomarê Tirkiyê Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan a nû ragihand ku soz da rûmeta mirovî, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê têxe navendê, ew "kontrola rastiyê" ya bi êş bû.”
Îro (17.02.2021 ) li Parlamentoya Tirkiyê li ser doza gotina “Eger proseya çareseriyê berdewam kiriba teror dê bi dawî bihata” parlamenteriya parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu hat hilweşandin.
Rudaw