• Sunday, 28 July 2024
logo

Navendeke hevjîniyê li Silêmaniyê vebû

Navendeke hevjîniyê li Silêmaniyê vebû
Piştî dîtina wî xortê ku dixwaze bibe hevjînê wê, (K) dilxweş diyar bû û got “Wek dirûv bi dilê min e. Eger xortekî baş be jî, Xwedê wî bike qismetê min.”

(K) keçeke nuxumandî ya 27 salî ye û nişteciya qezayeke Parêzgeha Silêmaniyê ye. Bi rêya keçeke xizma xwe forma xwe li Navenda Peyman a Hevjîniyê tije kir û got: “Keça metika min ku 40 salî bû forma xwe li vir tije kir û mêr kir. Ez jî dixwazim vê rêyê biceribînim.”

Li gor amarên Navenda Peyman a Hevjîniyê, di 6 salên borî de dora 1600 kesan formên xwe tije kirine ku 450 ji wan keç in û 250 jinebî ne. Herwiha heta niha 560 kes bi rêya vê navendê zewicîne.

Ji jinebiyan re belaş e

Her kesê bixwaze bi rêya vê navendê bizewice, formekê werdigre û 25 hezar dînaran dide navendê. Dema şert û mercên du kesan li hev tê, hevdu li navendê dibînin û cara yekem her yek ji wan 15 hezar dînaran dide navendê, lê eger ew herdu kes bi dilê hev bûn, dikarin çend carên din jî hev li wir bibînin û tu pereyan nedin navendê. Xwediyê navendê biryar daye form û dîtin ji şagirt, hejar û jinebiyan re belaş be.

(S) fermanbereke 25 salî ye, ne dirêj e û ne jî ken e û hinekî esmer e. Ji meha Mijdara par ve forma xwe tije kiriye û heta niha bi sê mêran re civiyaye, lê li hev nekirine.

(S) got “Du kes ji wan ne bi dilê min bûn û ez jî ne bi dilê yekî ji wan bûm. Divê kesê ez pê re bizewicim ne dilxirab be û rêza min bigre.”

Ew keç li dijî wan bîr û baweriyan e ku dibêjin nabe keç hewl bide mêrekî ji xwe re bibîne “Keç jî wek xortan mirov in. Çawa xort hewl didin, divê em jî hewl bidin. Min forma xwe ne bi dizî tije kiriye, lê dê û xwişka min jî razî ne, çimkî min karekî neçê nekiriye.”

(C) jineke 45 salî ye û nişteciya bajarê Kerkûkê ye û dayika 4 zarokan e, lê ji mêrê xwe cuda bûye. Ew niha dixwaze mêr bike û beriya du salan forma xwe li Navenda Peyman tije kir “Ez bi rêya vê navendê bi çend mêran re rûniştim, lê me li hev nekir. Karê navendê bi dilê min e, çimkî bi baweriya min dîtina kesekî baş ji bo jiyana dahatû baştir e ku mirov berê xwe bide karên nelirê.”

Ereb jî diçin ba Peyman

Xwediyê Navenda Peyman Fayeq Mistefa Hemesûr ragihand “Niha keçeke Ereb a 16 salî navê xwe li ba me tomar kiriye, çimkî berê xwişkeke wê ya 17 salî bi rêya navenda me mêr kir û niha zarokên wê jî hene.”

Fayeq dibêje niha wek xort û mêran, keç û jin jî bi awayekî eşkere serdana wan dikin û formên xwe tije dikin “Rêjeya hatina keç û jinan di asteke baş de ye. Jinebiyeke 60 salî jî forma xwe tije kiriye û rêvebereke fermangeheke hikûmî jî.”

Rudaw
Top