Amerîka nîgeraniya xwe li ser hewlên girtina HDPê nîşan da
Berdevkê wezareta derve ya Amerîka, Ned Price li ser hewlên girtina HDPê û betalkirina parlementeriya parlementerê wê partiyê Farûq Gergerlîoglu daxuyaniyek belav kir.
Ned Price di daxuyaniyê de nîgeraniya xwe li hember wan kiryarên dewlet Tirkiyê nîşan da û ragihand, ew biryarek e ku dê îradeya dengderên Tirkiyê asteng bike û ziyanê bigihîne demokrasiyê li Tirkiyê. Dê bi milyonan dengder ji mafê hilbijartina nûnerên xwe bêpar bike.
Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Tirkiyê dike ku rêzê li azadiya ramanê bigire ku di Destûra Tirkiyê de hatiye ziman.
Ev yek di demekê de ye ku duh li parlamentoya Tirkiyê, parlamenteriya parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûq Gergerlîoglu hatibû hilweşandin.
Herwiha duh Serdozgeriya Giştî ya Tirkiyê, bi daxwaza girtina HDPê doz li Dadgeha Bilind vekiribû.
Basnews