• Monday, 01 July 2024
logo

Finland dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfire bike

Gulan Media March 18, 2021 Nûçe
Finland dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfire bike
Finland berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Finland berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Finlandê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Roja çarşem 17ê Adara 2021an me pêşwaziya balyozê Finlandê yê li Îraqê Vesa Häkkinen kir.

Di civînê de geşe pêdana têkiliyên Finland li gel Îraq û herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî li ser esasê destûrê û para herêma Kurdistanê ji bûdceya fedralî ya Îraqê ya bo sala 2021an hatin nirxandin.

Balozê Finland Vesa Häkkinen hevdem li gel dubare kirina spas û rêzdariya welatê xwe bo rola herêma Kurdistanê di rûbirû bûna terorê û ji nav birina DIŞIê de, tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Finland bo herêma Kurdistanê kir.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya piştîvaniyên Finland yên bo herêma Kurdistanê kir û hêviya vê yekê xwest ku têkiliyên navbera her du aliyan, zêdetir pêşde biçin bi taybetî di warê hêlbirîn û sermayegozarî de.

Hêlbijartinên pêş yên Îraqê, girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê, der çûna milîşa û çekdarên derqanûnî li deverê û hewlên rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistanê, çend mijarên din yên civîna me bûn.

Rudaw
Top