• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Kerkûkê di 4 salan de 185 jin hatine kuştin

Li Kerkûkê di 4 salan de 185 jin hatine kuştin
Li gor amareke Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ku radestî Komîteya Karûbarên Jinan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatiye kirin, di çar salên borî de 3028 bûyerên şîdet û tundiyê li hember jinên wê parêzgehê hatine tomarkirin. Di nav van bûyeran de, kuştina 185 jinan jî heye ku 8 ji wan bi xeletî hatine kuştin.

Di amarê de, cureyên tundûtûjiyan li ser kuştina bi qest, kuştina bi xeletî, gef, hewldana kuştin û destdirêjiyê hatine rêzkirin. Lê amar di çar salên borî de rastî bilindbûn û nizmbûnê hatiye û tu amaje tê de nîne ka rêjeya şîdet û tundiyan ber bi zêdebûn an kêmbûnê çûye. Li gor amarê di navbera 2012-2015an de, 185 jin hatine kuştin ku bêhtirê wan di sala 2014an de bû û hejmara qurbaniyan 55 jin bû.

Seroka Komîteya Karûbarên Jinan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen dibêje, kuştina 185 jinan di 4 salan de hejmareke zêde ye û daxwaz dike tedbîrên tund bo kêmkirina kuştina jinan bên standin.

Dadgehên Kerkûkê hîn bi yasayên hikûmeta Iraqê kar dikin, nemaze yasaya cezayan a sala 1969an ku li Herêma Kurdistanê hatiye serastkirin û vê yasayê cezayeke pir sivik ji wan kesan re daniye ku bi hênceta parastina namûsê jinan dikujin.

Ciwan dibêje “Hin mêr hene jinên xwe dikujin û xwe radestî polîsan dikin û dibêjin me jinên xwe li ser meseleya namûsê kuştiye. Êdî cezaya wan tê kêmkirin.”

Di madeya 409an a yasaya sizayên Iraqê de hatiye gotin ku “Her kesê ku jina xwe yan xwişka xwe di rewşa zinakirinê de bikuje, nabe cezaya wî ji zindankirina sê salan zêdetir be.”

Bi baweriya Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Rêxistina Hîwa ya Parastina Mafên Jinan Sirûd Mihemed, ew hejmara ku di amarê de hatiye kêm e, çimkî ew dibêje hinek ji wan jinên ku xwe dikujin, tundûtûjî dibe sedema xwekuştina wan, lewma divê ew bûyerên xwekuştinê jî bikevin çarçoveya kuştina bi qest de.

Her li gor wê amarê, di çar salên borî de 7 jin bi xeletî ji hêla kesûkarên xwe hatine kuştin. Lê Sirûd bi guman berê xwe dide vê hejmarê û dibêje “Ev hejmar jî pir kêm e û cihê fikarê ye, çimkî ew bûyerên kuştinê jî zêdetir in. Carna mêrek ku bi sermestî vegeriyaye mala xwe jina xwe kuştiye û gotine bêhemdî xwe kuştiye.”

99 hewldanên kuştina jinan

Di çar salên borî de 99 hewldanên kuştina jinan hatine kirin an hêsankarî ji bo kuştina wan hatiye kirin. Ciwan dibêje “Wek nimûne keçekê çewtiyek kiriye û dayika wê ew çewtiya wê ji mêrê xwe yan kurê xwe re gotiye û li ser vê yekê hewldana kuştina keçê hatiye kirin. Yan kesekî pere daye kesekî din da jinekê ji cihekî jê re bîne derve û wê bikuje.”

Lêdan, birîndarkirin û azardana bi qest zêdetirîn bûyerên şîdetê ne ku li dijî jinan hatine kirin û hejmara wan 581 bûyer bû. Ciwan Hesen dibêje “Ew tundî pir in, lê hin ji wan ji hêla jinan bi xwe hatine kirin.” Di çar salên borî de 412 bûyerên gefê li jinan hatine kirin.

Li ser keçên xwe hat bidarvekirin

Li gor amara polîsan, di çar salên borî de 42 jin li Kerkûkê rastî destdirêjiyê hatine. Hinek destdirêjî ji hêla kesûkarên wan jinan hatine kirin.

Ciwan Hesen behsa bûyereke destdirêjiyê dike û dibêje “Berî du salan bavekî bi zorê destdirêjî kiribû ser du keçên xwe, piştre dema eşkere bû ji hêla polîsan hat girtin û piştî dadgehkirina wî, hat îdamkirin.”

153 hewldanên revandinê

Di çar salên borî de, 153 hewldanên revandina jin û keçan li Kerkûkê hatin tomarkirin. Lê Ciwan Hesen dibêje “Ne her revandinek tawan e, wek nimûne keçek bi xortekî re bi daxwaza xwe çûye û dûre bavê wê dibêje ew hatiye revandin, lê ev wek tawan nayê hesibandin.”

Rudaw
Top