Li Georgiaya Amerîkayê êrîşî 3 salonên masajê hat kirin: 8 kuştî
Li gor medyaya Amerîkayê û agahiyên polîsên Atlantayê li bajêr duh şev bi çekan êrîşî 3 salonên masajê hat kirin.
Êrîşa ewil bi saeta herêmî piştî nîvro li herêma Cherokeeyê hat kirin û 4 kes hatin kuştin.
Bîstek piştî wê êrîşî li navenda Atlantayê êrîşî saloneke din hat kirin û 3 kes hatin kuştin.
Piştî van du êrîşan vê carê jî êrîşî saloneke din a nêzîkî salona duyemîn hat kirin û kesek hat kuştin.
Polisan da xuyand êvarê gumanbarekî bi navê Robert Aaron Long hat girtin û ew wisa texmîn dikin her sê êrîş jî wî kirine.
Di êrîşê de kesên hatin kuştin jê 6 jin in û ji Asyayê ne.
Rudaw