• Monday, 01 July 2024
logo

Li Îranê 8 kesan canê xwe ji dest da

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Li Îranê 8 kesan canê xwe ji dest da
gelek ji birîndaran sedî 86 leşê xwe ji dest dane.


Zêdetir ji hezar kes jî birîndar bûne.

Li gor çapemeniya Îranê şeva derbasbûyî di merasîm û çalakiyên taybet bi çarşema sor de gelek bûyerên nexwestî çê bûne.

Çapemeniya Îranê belav kiriye ku di wan bûyeran de herî kêm 8 welatî jiber teqînên curbicur canê xwe ji dest dane û hezar û 300 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn ku beşeke zêde ji wan birîndaran jî bi rêjeya sedî 86ê laşê xwe ji dest dane û bi awayeke dijwar şewitîne.

Weke tê zanîn her sal li Îranê şeva çarşema dawî ya salê bi lîstokên agirîn tê pîrozkirin.

Top