• Monday, 01 July 2024
logo

Osman Baydemîr bang li Kurdên Brîtanyayê kir

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Osman Baydemîr bang li Kurdên Brîtanyayê kir
Parlamentere berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr bang li Kurdên ku li Britanyayê dijîn kir û ji wan xwest ku di serjimêriya ku dê di 21ê Adarê de bête kirin, koka xwe ya etnîkî wekî "Kurd" binivîsînin.

Li Brîtanyayê di 21ê Adarê de serjimêrî bête kirin. Ji ber vê yekê Osman Baydemîr li ser kanala xwe ya You Tubê videyek parvekir û bang li Kurdên ku li Brîtanyayê dijîn û ji wan xwest heta 21ê Adarê di nasnama xwe de koka xwe ya etnîkî wekî "Kurd" binivîsînin.

Osman Baydemîr di banga xwe de wiha got:

“Xuşk û birayên min yên ezîz gelê me yê bi qedr û qîmet ez we hemûyan ji dil û can silav dikim. Birastî îro ji bangeg ji bo ricayek ez bi we re me. Berî her tiştî ez bi germahiya Newrozê we hemûyan silav dikim.

Bi taybe jî îro banga min li gelê me yên ku li Brîtanyayê dijîn. Di 21ê Adara 2021an de Censûs hejmara hemwelatiyên Brîtanyayê wî pêk tîne û di vê jimarê de jî her miltek, her kesek, her qewmek mafê wan heye ku nasnameya xwe bidin nisvîsandin. Ew tê wê wateyê ku Kurd, Kurdistanî dikarin di vê jimartinê de nasnameya xwe ya Kurdî û Kurdistanî bidin nivîsandin.

Herwiha dikarin baweriya xwe bidin nivîsandin. Mînak ku em bibêjin Kurdên me yên Elewî, dikarin baweriya xwe wek Elewî bidin nivîsandin, weke Kakeyî dikarin Kakeyî bidin nivîsandin, Kurdên me yên Êzidî dikarin weke Êzidî bidin nivîsandin. Birastî ev ji bo Kurdan derfetekî mezine.

Xuşk û Birayên min yên ezîz, bi raya min îro ev rica ne ricayeke biçûk e. ji bo bîranîna berdelên ku ji bo Kurdistanê hatine dayîn, divê em jibîr nekin ku sedhezarna mirov ji bo ku nasnama wan ya Kurdî bê qebûlkirin jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan mirov ji bo ku nasnama wan ya Kurdayetî bê qebûlkirin penaber bûn. Û her niha ez dikarim bibêjim bi deh hezaran mirov ji ber nasnama xwe di zindanan de ne. Banga min li we ev xwedîderkenina nasnameyê, xwedîderketina hebûn û tunebûna miletekî ye.

Herwiha li welatê Brîtanyayê dibêjin ku 500 hezar Kurd dijîn lê mixabin gava ku em dinêrin kurdên ku li Brîtanyayê dijîn, hinek ji wan bi nasnama Tirkan hatine tomarkirin, hinek ji wan bi nasnama Ereben, hinek ji wan bi nasnama Farisan hatine nivîsandin.

Dijminatiya min bi tu gelî re nîne. Dijminatiya min bi miletê Tirk, Ereb û Farisan re tine. Lê belê em Kurd in û nasname me jî Kurdistanî ye. Miletên Tirk, Ereb û Faris mîna cîranên me ne. Pêwîste rêza wan ji nasname û zimanê me re hebe.

Ji bo vê yekê banga min li hemû Kurdistaniyan çi Başûrî, ç i Bakurî ç çi Rojhilatî û çi jî Rojavayî dibe, ew kesên ku niha li Brîtanyayê dijîn rica min ji we ku hûn heta 21ê Adara 2021an hûn nasnama xwe bi Kurdî bidin nivîsandin û herwiha baweriya we Elewî be Elewî, Êzidî be Ezidî, Kakeyî be Kakeyî bidin nivîsandin.

Ji bona pêşerojê ev 500 hezar hejemarek û hêzeke gelekî mezin e. Di warê diplomasî, çandê,perwerdehiyê, zanistî, aborî, bazirganiyê û temsilyetan parlamento û şaredariyan de ew ê bibe hêzeke gelekî mezin ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistaniyê de.

Careke din rica min ji we heye ku em li ser kok, nasname, zimanê xwe bin.”

Biryar e li Brîtanya û Walesê, serjimêrî bo hejmara rûniştvan, binçîne, regez û ayînan bê kirin. Zanyariyên serjimêriyê jî bi mebesta hevkariya plandanîn û girîngîdana bi ziman di warê xizmetguzariyan de dibe, ew jî li gor hejmara niştecîbûna wan li welat.

Serjimêriya li Brîtanya û Walesê 21ê Adarê tê kirin û şêwazê beşdariya di serjimariyê de du cor e; bi rêya online û kaxez. Beşdarnebûna di proseya serjimêriyê de wek binpêkirineke yasayî tê tomarkirin û dibe ew kes bi 1000 pound bê cezakirin. Herwiha dayîna zanyariyên xelet jî wek binpêkirin tê tomarkirin.

Rudaw
Top