• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê zewicandina zarokan zêde kiriye

Li Îranê zewicandina zarokan zêde kiriye
Li gorî hejmarên nefermî, li Îranê ji destpêka sala par ve, 40 hezar keçên temen 10 ta 14 hatine zewicandin.

Diyardeya zewicandina keçên zarok li Rojhilatê Kurdistanê jî, herçendî kêmtir jî be, rû dide.

Li gorî rêvebirê karûbarên nasnameyî yê bajarê Sine, Mohsîn Axayî sala 2015ê 6 keçên ji 10 salî piçûktir bi mêr hatine dayîn.

Yasaya medenî ya Îranê diyar kiriye ku temenê hevseriyê ji bo keçan 13, ji bo kuran jî 15 e. Lê, bav an weliyê keçekê dikare wê ji 13 salî jî temenkêmtir bimêr bide.

Rudaw
Top