• Sunday, 28 July 2024
logo

Lûtkeya Mirovî ya Cîhanê dest pê dike

Lûtkeya Mirovî ya Cîhanê dest pê dike
Lûtkeya Mirovî ya Cîhanê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê organîzekirin bi naverokeke dagirtî despê dike. Saziyên piştgir bi panêl û kolbendan amadekariyên xwe didomînin. Li aliyê din ji bo lûtkeyê tedbîrên ewlehiyê jî di asta herî bilind de hatin girtin.

Ji bo Lûtkeya Mirovî ya Cîhanê, li Stenbolê amadekarî gihîştin dawiyê. Ji bo lûtkeya ku wê 6 hezar kes beşdariyê lê bikin bi hezaran polîs hatin erkedarkirin û devereke mezin ji bo lûtkeyê hatiye terxankirin. Saziyên ku piştgiriyê li lûtkeyê dikin jî bi konferans û panêlan naveroka lûtkeyê ji raya giştî re radigihînin.

Seroka Komeleya Piştgiriya Jiyanê Sema Genel Karaosmanoglû ji Rûdawê re diyar kir di çend salên dawîn de fînanseke mezin ji bo harîkariya mirovî hate berhevkirin û wiha got: “Lê piştî qeyrana li Sûriyê pêdivî jî zêdetir bû. Em jî aktorên herêmî ne di lûtkeyê de. Em ew sazî ne ku raste rast bi penaberan re eleqedar dibin lê çavkaniyên me yên darayî qels in. Ji bo xebateke maqûltir emê hewl bidin ku piştgiriyê bidin vê ogranîzasyona gerdûnî.”

Adrian Rîcha Koordînatorê Projeyên UCLGê Adrian Rîcha jî anî ziman ji bo wan ew civîn fersendeke mezine da ku ew karibin karên xwe yên li ser otorîteyên herêmî bi pêş ve bibin û wiha domand:
“Otorîteyên herêmî xwedî roleke girîng in di çareserkirina van pirsgirêk û krîzan de. Li hin bajaran hejmara penaberan ji niştecihên bajêr zêdetir bûye. Bo vê jî em him bi Yekîtiya Neteweyan re him jî bi hin saziyên dewlemend re hevkariyê dikin.”

Ji 125 welatan şande dê beşdarî lûtkeyê bibin. 50 serokwezîr û serokdewlet jî wê di lûtkeyê de amade bin. Lûtkeya siyaseta cîhanê dê ji bo guftugoyên harîkariya mirovî li hev bicive. Lê daxwaza penaberan tenê ne harîkariya mirovî, çareyeke ji bo karibin vegerin welatên xwe.

Penaberekî bi navê Xelîl Mihemed jî wiha got: “Em dixwazin vegerin welatê xwe. Bila yê me yên mezin karekî ji me re bibînin. Me vegerînin memleket. Îşê me li vir zor e. Em dixwazin erd û milkê xwe. Em vir naxwazin. Rewşa me li vir çê nabe. Karê me li vir nameşe. Mirineke me hebe, bil ali memleketê me be. Em naxwazin ku li vir bimirin. Tu tiştekî me di vir de tune.”

Çaverê ye ku di lûtkeyê de ji bo avakirina sîstemeke harîkariya mirovî guftugo bêne kirin. Di nava du rojan de wê rewşa heyî bê nirxandin û li gorî pêdiviyan jî nexşerê bêne amadekirin.

Rudaw
Top