• Sunday, 28 July 2024
logo

Amed – Zilamê 62 salî destdirêjiya seksî kire ser keçek 4 salî

Amed – Zilamê 62 salî destdirêjiya seksî kire ser keçek 4 salî
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê zilamekî 62 salî destdirêjiya seksî kire ser keçeke 4 salî. Piştî ku welatiyên Amedê ji wê yekê agahdar bûn, li wî zilamî xistin û polîsan ew kes girt. Welatiyên nerazî herwiha dukana wî kesî rêxandin.

Keçeke 10 salî li navçeya Rezik (Baglar) a girêdayî Amedê ligel xwuşka xwe ya 4 salî serdana kafînetekê dike, daku bikeve internetê û bo karê xwe çend babetan li internetê bigire.

Li gor gotina kesên şahidhal, xwdiyê kanînetê zilamekî kal ê 62 salî ye bi navê M.R.C û pere daye keça 10 salî û jê xwas tiye, ku li markêta nêzîkî kafînetê hinek şîrînî bikirre û xwuşka xwe li kafeyê dane, heta ku vedigere.

Şahidhalan got, ku di navbera dema ku keça 10 salî diçe şîrîniyan bikirre heta dema vegera wê, zilamê kal ê 62 salî destdirêjî dike ser keça 4 salî.

Dema ku her du xwuşk vedigerin mala xwe, keça 4 salî bûyerê ji dayika xwe re dibêje û dayik bi her du keçên xwe re ber bi kafînetê ve diçin.

Dayika keçikan dema ku digihîje kolana nêzîkî kafînetê bûyerê ji xwedî dukan û xelkê nav bazarê re dibêje û keça wê ya 4 salî jî behsa bûyerê dike. Piştre bazariyên derdorê êrişî ser kafînetê dikin û li xwediyê kafîneyê dixin.

Bi alozbûna rewşê, hêzên polîs digihîjin cihê bûyerê û zilamê 62 salî yên destdirêjîker digirin û dibin binkeya polîs. Lê belê xelkê hêrsbûyî berdewam dibin li ser êrişên xwe bo ser dukana wî zilamê kal û derî û camên dukanê dişkînin û kelûpelên wê jî davêjn ser cadeyê.

Şahidhalên bûyerê amaje bi wê jî kirine, ku heman zilam pêştir jî ji ber ku fîlmeke pornoyê nîşanî keçekê dabû, rastî êrişa bazariyan hatibû.

rudaw
Top