• Sunday, 28 July 2024
logo

Li wî bajarê Kurdistana Rojhilat di rojekê de 2 kesan xwe kuştin

Li wî bajarê Kurdistana Rojhilat di rojekê de 2 kesan xwe kuştin
Li bajarê Bokanê yê Kurdistana Rojhilat, di rojekê de 2 kesan xwe kuştin.

Li gorî medyaya Kurdistana Rojhilat, duh (15ê Gulanê) danê sibê li Bokanê, zilamekî li mala xwe de xwe xeniqand.

Hat gotin êvara heman rojê de zilamekî din li mala xwe de, xwe xeniqandiye. Bi vî rengî di rojekê de li Bokanê, 2 kesan xwe kuştin.

Cara yekemîn e bûyerek wiha sosret li Bokanê diqewime. Heta niha nayê zanîn ji ber çi wan kesan xwe kuştine.

Basnews
Top