• Sunday, 28 July 2024
logo

Destdirêjî li 30 zarokên penaber hatiye kirin

Destdirêjî li 30 zarokên penaber hatiye kirin
Li kampeke Tirkiyê ya penaberên Sûriyê destdirêjiya sêksî li ser 30 zarokên penaberan hatiye kirin.

Li kampa Nizîp ya penaberên Sûrî li Dîlokê, 30 zarokên penaber rastî destdirêjiya sêksî hatine, û li gor rojnameya Huriyet a Tirkî, ew destdirêjî ji aliyê karmendekî paqijkirinê ve hatiye kirin.

Herwiha Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Serokwezîriyê (AFAD) jî ku serperiştiya kampê dike, ev nûçe piştrast kir.

Li gora agahiyên ku hatine bidestxistin, ew zarok ji 8 heya 12 salî ne û ew kesê dest avêtiye wan, li tawanên xwe mikur hatiye û egera wê yekê heye ku li gora yasayên Tirkiyê bi 289 salan bê cezakirin.

Rudaw
Top