• Sunday, 28 July 2024
logo

Hikûmeta Kurdistanê kirîn û firotina kamêrayên çavdêriyê qedexe kir

Hikûmeta Kurdistanê kirîn û firotina kamêrayên çavdêriyê qedexe kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hawirdekirina kamêrayên çavdêriyê û hinek kelûmelên din li seranserî Kurdistanê qedexe kir.

Ji ber ku di van demên dawiyê de bikaranîna kamêrayên çavdêriyê û keresteyên sîxuriyê li Başûrê Kurdistanê zêde bûye, Wezareta Navxwe ya Kurdistanê fermanek nû derxist.

Li gorî wê fermana Wezareta Navxwe, êdî hawirdekirina kamêrayên çavdêriyê li seranserî Kurdistanê qedexe ye.

Di fermana Wezareta Navxwe de ku roja 4ê Nîsana îsal ji Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê re hatiye şandin û nusxeyek jî ketiye destê BasNewsê, rêveberiyên gumrikên sînor hatine agahdarkirin û ji wan re hatiye gotin ku divê pêşiya wan şîrketên ku kamêrayên çavdêriyê, amûrên GPS, kinc û pêdiviyên leşkerî tînin Kurdistanê, bê girtin.

Di nav wan keresteyên ku hatine qedexekirin de, TNT û hemû cure keresteyên ku ji bo teqandinê bikar tên jî, hene.

Beriya niha Rêveberê Polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Talat li ser vê mijarê, ji BasNewsê re gotibû, hawirdekirina kamêrayên çavdêriyê û kirîn û firotina wan, qedexe ye û kê jî wî karî bike dê were cezakirin.

Bidestxistina kamêrayên çavdêriyê û kelûmelên sîxurî û leşkerî li Kurdistanê pir hêsan û erzan e!

BasNewsê tenê ji bo ceribandinê, nameyek ji yek ji wan rûpelên înternetê yên ku reklama kelûmelên elektronîk dikin, re şand. Tenê di nav çend saniyan de bersiva BasNewsê hat dayîn û hat gotin ku ew dikarin di heyamek “pir kurt” de daxwaziyên we bicîh bînin!

Vekolerê civakî Dilêr Ehmed li ser vê yekê ji BasNewsê re got, ew amûr û kereste him hêsan tên dabînkirin him jî erzan in lewma pir zêde tên bikaranîn. Lê ew amûr pir xeter in çimkî asayişa civakî dixin metirsiyê. Ji ber wê jî ez daxwaz ji hikûmetê dikim pêşiya vê yekê bigire.

Top