• Sunday, 28 July 2024
logo

Polîsan 14 kes bi tometa şewitandina keçeke 13 salî girtin

Polîsan 14 kes bi tometa şewitandina keçeke 13 salî girtin
Rêweberiya Polîsên Pakistanê, piştî wê yekê ku roja 28 meha borî keçeke 13 salî li ser alîkarîkirina keç û kurekî ku ji hev hez dikirin hate şewîtandin, ragihand ku 14 kes li ser wê dosyê girtine.

Ew buyer li Gundê Mekul li Abot a Pakistanê rû daye ku wê keça 13 salî alîkariya keç û kurekî kiriye ku ji hev hez dikirin ku birevin.

Ew keça 13 salî ji aliyê xelkê gund ve hate jehrî kirin û piştre xistin nava wê otomobîla ku ew dergistî pê reviyabûn û ew şewitandin.

Ew kar li Pakistanê weke nûtirîn tawan tê danîn ku di bin navê parastina namûsê de hatiye encam dan.

Rudaw
Top