• Sunday, 28 July 2024
logo

Çîroka keçka ji Rojavayê Kurdistanê dibe pirtûk

Çîroka keçka ji Rojavayê Kurdistanê dibe pirtûk
Çîroka keça ji Rojavayê Kurdistanê Nûjîn a ku di dema êrişa li ser bajarê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve, li ser kursiya kêm endamiyê berê xwe dayî Ewropayê bû mijara pirtûkekê.

Nûjîn xelka Kobanî ye û di dema êrîşa li ser wî bajarî ji alyê DAIŞê ve, li ser kursya kêm endamiyê berê xwe da Ewropayê, çîroka nûjîn û jyiana wê bala medyaya cîhanê kişand, niha nvîskar û rojnamevana navdar a Burîtanya Christina Lamb, pirtûkek li ser jiyana wê çap dike.

Pirtûka Christina Lamb a li ser jiyana Nûjîn “Nujeen’s İncredible Journey” ku ji 304 rûpelan pêk tê, dê 11ê Cotmehê çap bibe.

Nûjîn, di dema destipêkirina şerê Helebê ligel malbata xwe çû Minbicê, lê Minbic jî kete destê DAIŞê û naçar ma li Kobanî nîştecî bibe.

Dema ku şerî li Kobanî jî destpêkir Nûjîn berê xwe dide sînorê Bakurê Kurdistanê vê varê li bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê nîştecî dibe. Lê Nûjîn dawiyê de rêya belelmê derbasî Yûnanistanê dibe û piştre xwe digihînê Almanyayê.

Tevî ku Nûjîn neçûye dibistanê, lê bi zimanê îngilîzî jî daxive, li ser sînorê Mekadonya bala medyakaran kişandibû.

Rudaw
Top