• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Kurdistanê her roj 22 malbat ji hev vediqetin

Li Kurdistanê her roj 22 malbat ji hev vediqetin
Rêjeya telaq û cudabûnê li dadgehên Başûrê Kurdistanê ber bi zêdebûnê diçe û rêjeya mehrbirrînê jî her ku diçe kêmtir dibe. Çalakvanekê warê jinan vê rewşê wek “karesat” binav dike û dibêje ev destpêka hilweşîna girêdana malbatî li Başûrê Kurdistanê ye!

Her roj 22 malbat hildiweşin

Li gor amara Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, di sê sal û şeş mehên yekem ên îsal de, 28 hezar û 471 bûyerên cudabûnê li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Li gor wê amarê, her roj 22 xêzan hildiweşin.


Ciwan in û zû biryar didin

Rêveberê Nehîştina Şîdeta Dijî Jinan li Hewlêrê Jîlemo Ebdilqadir dibêje her roj çend jin û mêrên ku dixwazin ji hev cuda bibin serdana wî dikin “Piraniya cudabûnan ji ber lihevnekirin, xayîniya hevjînî, daxwazkirina maleke cuda ji hêla jinan, bikaranîna xirab a alavên teknolojî, qeyrana aborî, destêwerdana xêzanî û sarbûna têkiliya cinsî ye.”

Jîlemo Ebdilqadir diyar dike ku piraniya jin û mêrên cudabûyî temenê wan di navbera 15-25 salan de ye “Gelek keç û xort ji bo têrkirina arezûyên xwe yên seksî di temenekî biçûk de biryara mêrkirin an jinanînê didin. Lê dema rastî erk û berpirsyariyê tên, nikarin debar bikin lewra ji zewacê poşman dibin.”

Mêrên Kurd qebûl nakin doz li wan bên vekirin!

Di sala 2007an de Rêveberiya Nehîştina Şîdeta Dijî Jinan hate damezrandin. Sal bi sal hejmara tomarkirina dozên jinan li wê rêveberiyê ber bi zêdebûnê diçe. Lê baceke gilîname û dozên jinan a giran hebû. Jîlemo dibêje “Niha jin hertiştî ji mêrên xwe qebûl nakin û gilînameyan tomar dikin. Lê mejiyê mêrê Kurd vê yekê qebûl nake û piraniya wan xwe ji jinên xwe bêrî dikin an wan telaq didin.”

Mobayl ji hejariyê xirabtir e!

Parêzer Erdelan Ehmed Reşîd li ser dosyeyên berdan û cihêbûnê kar dike û dibêje “Ruhiyeta lêborînê di navbera jin û mêran de nemaye û pîroziya xêzanê jî êdî nemaye. Dibe ku mêr û jin li ser hejarî û astengiyên aborî li hev bikin. Lê dema mêrek hest dike jina wî bi rêya mobaylê (telefona destî) têkiliyê bi xortekî re dike, qebûl nake û wê berdide.”

Navborî, Rêveberiya Nehîştina Şîdeta Dijî Jinan jî gunehbar dike û dibêje “Ew piştevaniya xeyalî ya ku Rêveberiya Nehîştina Şîdeta Dijî Jinan ji jinan re afirandiye, hejmara cudabûnê zêdetir kiriye. Çimkî dema jin rastî kêşeyeke biçûk tê, berê xwe dide wê rêveberiyê û ji bîr dike ku ew di nav malbat û civakeke mêrsalar de dijî û ev yek jê nayê pejirandin.”

Jîlemo hişyariyê ji bilindbûna amarên cudabûnê dide û dibêje “Zêdebûna cudabûnê bi vî rengî karesat e û encamên wê pir xirab in. Wek mînak, gava jinek tê berdan, xêzanek têk diçe û du xêzan dibin neyar. Eger zarokên wan hebin, carna zarok sergerdan dibin.”



Mehrbirrîn kêm bûye

Ne tenê hilweşîna xêzanê zêde bûye, lê pêkanîna xêzanê jî li gor amara behskirî kêmtir bûye.

Li gor heman amarê, di sê sal û şeş mehên borî de, 177 hezar û 990 girêbestên hevjîniyê li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Jîlemo Ebdilqadir dibêje “Gelek sedemên kêmbûna zewac û mehrbirrînê hene wek, qeyrana aborî, astengiya niştecihbûnê, rewşa siyasî ya aloz û kêmbûna derfetên kar.”

Rudaw
Top