• Sunday, 28 July 2024
logo

Li ser wêneyên jin û zarokan di şeran de pêşangeh

Li ser wêneyên jin û zarokan di şeran de pêşangeh
Bi armanca ronîkirina reng û rewşa xelkên deverê bitaybet rewşa zarok û jinan di demên şer û pevçûnan de,
pêşangeheke wêneyan bin navê RÛDÊM li bajarê Amûdê ji alîyê Saziya Dewletî ya Dadweriya Demkî û Geşepêdana Şiyanên Ciwanan hate vekirin.

Derbarê pêşangehê Hevrêzê Saziya Dewletî Usama Hecî Qasim ji K24ê re wiha got:"Armanca me ji vê pêşangehê ew bû ku, em ronahiyê bidin ser zor û zilma li ser jin û zarokan,di demên şer û pevçûnan de,û em karibin wê rewşa xirab bighînin."
18 wênekêş ji bajarên herêma cizîrê wek Dêrikê,Qamişlo,Amûdê,Dirbêsiyê û Serê Kaniyê,
Xwestin êş û azarên deverên derdora xwe di rêya tabloyan re bighînin xelkê û tevaya miletên cîhanê,daku bibin mîna belgeyan di paşerojê de.

Derbarê vê mijarê fotografer Jiyan Hecî Yûsif wiha ji K24ê re axifî:"Ez bi 5 tabloyan beşdarî vê pêşangehê bûm,me dixwest zilma li ser zarokan di dema cengê de belge bikin bi şêweyekî rast û dirust.

Welatiyek bi navê Mazin Huseynî nerîna xwe derbarê pêşangehê anî ziman û wiha ji K24ê re axifî:
"Bi rastî cûreyên hatin nemayiş kirin pirbûn, derbarê êşa milet,koçberiyê ,derbederî û ne xwendina zarokan bûn,mixabin tev kul û derdin,ji bilî tabloyekê ku, wêneyê keçeka devliken bû,min dixwest wêneyên weha hebane daku, hindek geşbînî daba jiyanê."
Pêşangeha Rûdêm 54 tabloyên cûr bicûr ji xelkên deverê re pêşkêşkirin.

Li gorî kesên beşdar di vê pêşangehê de, pêşangehê karîbû pirsgirêka 54 cûreyên civakî bide naskirin bi şêweyekî hesan û balkêş,lewma ew dibînin ku, tevgera hunerê bi hemû beşên xwe roleke girîng di jiyana miletan de dilîze.

Basnews
Top