• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Çemçemalê jinek bûye ajovana otobusê

Li Çemçemalê jinek bûye ajovana otobusê
Li navçeya Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê jinekê dabên kevnar ên civakê dane aliyekê û dest bi karê ajovaniya otobusê kiriye.

Li ber trafîkekê rawestiyabû, li benda pêketina ronahiya kesk bû, şofêreke jin ku li tenişta wê rawestiyabû bi matmayîn sêra şofêra otobûsê dikir. Ev karê ku Helale dike li ba piraniya şêniyên vî bajarokî cihê matmayînê ye.

Bi berdewamî li mala Helaleyê otomobîl hebû. Lewma di temenekî biçûk de fêrî ajotina otomobîlan dibe û di dawî de biryar dide vê zanebûna xwe bo jiyandina malbata xwe bikar bîne.

Helale Mihemed (37) daniştvana Qezaya Çemçemalê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê ye. Dora 4 salan bi otomobîleke biçûk karê guhastina welatiyan dikir. Lê beriya salekê baseke biçûk kirî û niha li ser kar dike.

Helale dibêje wê dixwest taksiyê bikire, lê pereyên wê têra kirîna taksiyê nedikirin. Lewra otobûseke biçûk bi nirxekî erzan kirî "Hîn ez zarok bûm xewna min ew bû ku ez bibim şofêr û bi vî rengî pereyan peyda bikim."

Dibe ku karkirina Helaleyê wek şofêra basê li navenda bajarên mezin normal be. Lê li bajarokê Çemçemalê tiştekî din e. Çimkî hîn heta radeyekê ew nerît û tîtalên civakî serdest in ku karkirina jinan li derve baş nabînin, nexasim eger karekî wek ê Helaleyê be.

Bi baweriya çalakvanê sivîl Silêman Cercîs, ew karê ku Helale dike, nîşana vebûna şêniyên navçeyê li hember jinan e "Rast e heta radeyeke zêde kultûra eşîriyê li Çemçemalê serdest e, lê dibe ku bi rêya vê jinê ku pîşeyeke cuda hilbijartiye, jinên din jî hewl bidin bibin xwediyên aboriyeke serbixwe. Bêguman ev bi piştevaniya malbatên wan dibe."


Niha Helale bêhtir şagirtên dibistanan vediguhêze. Herwiha malbatên qerebalix jî pêwendiyê pê re dikin bo boneyên wek sersaxî û ahengên guhastina bûkan. Helale wan neferan jî siwar dike ku li ser rêyan destê xwe jê re radikin

Helale dibêje "Karê min bi dilê gelek kesan e û min karîbû alîkariya jinên Çemçemalê jî bikim. Çimkî dibe ku ew nikaribin bi gelek kesan re herin û bên. Lê hin kes ji min re dibêjin şofêrî ji jinan re ne baş e."

Herçiqasî ev 4 sal e ku Helale vî karî dike, lê hîn jî dema di kolanan de diçe gelek kes bi matmayîn lê dinerin "Heta niha jî xelk karkirina jinan di karên wiha de xerîb dibînin. Nemaze ku min otomobîla xwe bi vê otobûsa biçûk guhert. Hin jinên din jî hene dixwazin bibin şofêr, lê malbatên wan nahêlin. Xwişkên min destxweşiyê li min dikin. Ezê wan jî fêrî ajotinê bikim."

Helale ne tenê li Çemçemalê kar dike, lê diçe derveyî bajêr jî "Ez çend caran çûm Silêmanî û Kerkûkê. Carina jî ez xelkê dibim seyranan. Min hîn mêr nekiriye. Şertê min ê zewacê ew e ku kesê ez pê re bizewicim vî karê min qebûl bike."

Birayê Helale, Şemal Mihemed ew fêrî şofêriyê kiriye. Şemal ji karê xwişka xwe razî ye û dibêje "Di destpêkê de xelkê gelek gazin ji karê xwişka min dikir, lê me guh neda wan. Em dixwazin vê kultûrê biguherin û ji xwe re bijîn."

Rudaw
Top