• Sunday, 28 July 2024
logo

Sala 2015ê 873 zarok li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane

Sala 2015ê 873 zarok li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane
Komeleya Rojeva Zarokan li Tirkiyê ragihand ku,sala 2015an 873 zarok bi sedemên corbicor jiyana xwe ji dest dane û 2015 salek e ku têde herî zêdetir zarokan li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.

Komeleya Rojeva Zarokan derbarê rewşa zarokan li Tirkiyê raporek weşand û têde diyar kir ku, sala 2015an 59 zarok dema ku ji Tirkiyê dixwestin derbasî Ewropa bibin di avê de jiyana xwe ji dest dane.

Ew komeleya Tirkî di rapora xwe de dibêje, di encama şer û operasyonên leşkerî li bakûrê Kurdistanê yên sala 2015an de 59 zarok hatine kuştin.

Herwiha Komeleya Rojeva Zarokan dest nîşan kir ku, 26 zarok di encama tund û tujiya malbatê de jiyana xwe ji dest dane.

Komeleya Rojeva Zarokan aşkere kir ku, 55 zarok dema li kar bûn di qezayan de mirine û 35 zarok jî bi sedemên corbecor xwe kuştine.

Komeleya Rojeva Zarokan bang li saziyên dewleta Tirkiyê ûm yên sivîl û aliyên şer kir ku,pêwîste jiyana zarokan bê parastin û hemû tedbîrên ku wan biparêze bigrin.

Rudaw
Top