• Sunday, 28 July 2024
logo

Zêdetirî 200 hezar zîndanî li Îranê hene

Zêdetirî 200 hezar zîndanî li Îranê hene
Cîgirê Komîsyona Dad û Hiqûqê ya Parlamentoya Îranê ragihand, li Îranê zêdeterî 200 hezar zîndanî hene.

Cîgirê Komîsyona Dad û Hiqûqê ya Parlamentoya Îranê Hemîdirza Tebatebayî di daxuyaniyeke de got, ji sedî 60 ya wan zîndaniyan têkildarî madeyên hişber in.

Hemîdirza Tebatebayî amaje kir ku îdamkirina berdewam û zîndaniya demdirêj tenê pirsgirêkên civakî zêde kirine û qaçaxçiyên madeyên hişber jî çekdar kirine.

Tebatebayî diyar kir, malbatên zîndanyên hetahetayî rastî mezintrîn astengiyan hatine û dest davêjin kiryarên tawankarane.

Cîgirê Komîsyona Dad û Hiqûqê ya Parlamentoya Îranê herwiha rexne ji standardnebûna zîndana girt û got, bi vê yekê îhtmala kêmbûna xesarên civakî kême.

Berê Cîgira Serokkomarê Îranê jî gotibû ku piştî îdamkirina qaçaxçyên madeyên hişber, zarokên wan dibin qaçaxçiyên bihêztir û di wê rêyê de hem tola bavê xwe hildin,û hem jî wê yekê dikin çavkaniya dahata xwe.

Rudaw
Top