• Sunday, 28 July 2024
logo

Bandeke dizîna zarokan hat girtin

Bandeke dizîna zarokan hat girtin
Li navçeya Raniye ya Silêmaniyê bandeke revandina zarokan hat girtin.

Li bajarokê Çuwar Qurne ya girêdayî navçeya Raniye li parêzgeha Silêmaniyê bandeke 2 kesî ya revandina zarokan hat girtin.

Rêveberê Rêveberiya Polîsê Îdareya Raperînê lîwa Leşker Seîd ji Rûdawê re ragihand, roja pênşemî 21ê Nîsanê li bajarokê Çuwar Qurne zarokek 8 salî ji aliyê 2 kesan ve tê revandin û piştî revandina wî, daxwaza pere ji malbata wî dikin.

Leşker Seîd got, hêzên polîs û asayişê yên îdareya Raperînê bi hevkariya hêzên Antî-Terorê karîn di operasyonekê de her du tohmetbaran destser bikin û zarokê revandî rizgar bikin.

Seîd da xuyakirin: “Wan tohmetbaran ew zarok ji bo wergirtina pereyan revandibû, ti xizmatiya wan liel hev nebûye û xwestine piştî wergirtina pere jî wî zarokî wunda bikin.”

Rêveberê Polîsê Raperînê amaje bi wê yekê jî kir, ku her du kesên tohmetbar xelkê bajarokê Çuwar Qurne ne û niha polîs lêkolînê bi wan re dike.

Rudaw
Top