• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji bo ku mirina kurê xwe nebîne, xwe kuşt!

Ji bo ku mirina kurê xwe nebîne, xwe kuşt!
Mamosta û rewşebîrekî navçeya Mirgever a Ormiyê bi gulleyekê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî zanyaryan mamostayê bi navê Yehya Ehmednijad piştî ku duktor jê re dibêje “kurê te tûşî nexweşiya penceşêrê bûye” rastî pirisgirêka derûnî tê û serê sibeha îro (7 Nîsan) li nav otomobîla xwe de, bi gulleyekê dawî bi jiyana xwe tîne.

Yehya Ehmednijad nêzîkî 30 salan li qutabxaneyên gundên derdora Ormiyê mamostatî kiribû û yek ji rewşenbîrên wê navçeyê dihat hesibandin.

Yehya, di destpêka mamostatiya xwe de 5 salan li gundên dûr û bê qutabxane yên derdora Ormiyê digeriya û zarokên kurdan hînî xwendinê dikir.

Kurê wî mamostayê kurd par bi nexweşiya penceşêrê ketibû û du caran li Tehranê hatibû emeliyatkirin lê duktoran gotibûn, ew êdî baş nabe.

Rudaw
Top