• Sunday, 28 July 2024
logo

Di 31 rojan de 31 jin hatine kuştin

Di 31 rojan de 31 jin hatine kuştin
Li Tirkiyê di mehekê de 31 jin hatin kuştin.

Li gor raporta meha Adarê ya Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin, di 31 rojan de 31 jin hatine kuştin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin, rapora xwe ya bi navê "Her Roj Jinek Hat Kuştin" belav kir.

Li gor raporê di 31 rojên meha Adarê de 31 jin hatine kuştin û piraniya kujeran jî naskirî ne.

Di raporê de tê gotin ku ji sedî 3ê kujeran ji aliyê jinan ve nayên naskirin û wek din kujer an hevserê jinê yan heval an jî mêrekî nas ê jinê ye. Li gor raporê di 3ê mehên destpêkê yên îsal de 94 tawanên kuştina jinan hatine kirin.

Rudaw
Top