• Sunday, 24 November 2024
logo

Zarokekî 6 salî li kampa Dareşikran bi qeytana pêlavê hatibû xenqandin

Zarokekî 6 salî li kampa Dareşikran bi qeytana pêlavê hatibû xenqandin
Dayîka Mesûd i çenteya kurê bihn dike û digrî, nizane kê kurê wê yê wehîd xenqandî ye,

Mesûd Cîhad Mihemed, zarokekî 6 salî û wehîd bû tenê birayî xwişkekê bû, çawa alanê kurdî di dryayê de hat xenqanidm ew jî bi bûyere hestiya bi awayeke ne miroivane hat xenqandin.

Bûye sê sal malbata Mesûd ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistnê penaberî kempa Dareşekranê yê ser bi Parêzgeha hewlêrê va bûne, li gor malbata wî zarokî, piştî kurê wan ji dibstana xwe ya li nav kempê tê malê, di rêde windabûye, wate ji demjimêr 12ê nîvro heta 9ê êvarî, piştî lêgerîneke mezin ,laşê kurê wan di kortekî de li nêzîkî kempa lê dijî hatiye dîtin.

Derbarê bûyerê dayîka Mesûd Xelat Mirad wiha ji K24ê re got: "Ev çenteyê Kurê mine, ev wêneyê wî ye, ti daxwazîn min nînin, tenê ez daxwaz ji Asayîşan dikim vî kujerî bigrin û nasbikin."

malbata Meûd dibêjin ku dema kurê wan hat û dîtin, rastî êşkinceyeke mezin ji aliyên kesên nenas ve hatibû û ew bi qeytana pêlava wî xenqandibûn.

Ji aliyê xwe ve Asayîşa Daraşekranê termê mesûd bo bizişkê dadwerî li Hewlêrê veguhstin, lê heya niha ti encamên lîkolînê nehtan eşkere kirin, ji ber vê yekê jî asayîşê ti daxuyanî derbarê bûyerê ranegehandin.

Birayre termê Mesûd ji aliyê malbata wî ve were veguheztin bo Rojavayê Kurdistanê.

Penaberên kampê jîgilî û gazinên xwe derbarê ne sînorkirina kampê û neparastina wî sênorî ji penaberan re dikin.

K24
Top