• Sunday, 24 November 2024
logo

Roja tekoşîna li dijî nijadperestiyê

Roja tekoşîna li dijî nijadperestiyê
Neteweyên Yekbûyî piştî bûyera Koreyê, ya ku di21ê Adara 1966an de qewimî wekî roja tekoşîna li dijî nijadperestiyê diyar kir. Konferansa ku li SETAyê pek hat, li ser mijarên Îslamofobî û nijadperestiyê hate rawestandin. Diraporta ku hate ragihandin de hate diyarkirin ku her diçe li gelek welatên Ewropayê hem nijadperestî hem jî Îslamofobî zêde dibe.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bal kişand ser dîroka nijadperestiyê û îslamafobiyê e û got: "Cudatiya li ser nijadê zimanê veguherandiye. Lê belê niha nijad xwe li ser çandekî li ser ol û baweriyekê yan jî li ser herêmekê ava dike. Wekî mînak mirovekî ku misliman e ji ber baweriya xwe li beramberî cudatiyandimîne."

Li Ewropayê ji bilî Sûriyê ji welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê gelek mirov hene. Li Ewropayê li dijî kesên misliman bi şêwazeke nîjadperestî tê nihêrtin.

Siyasetzanê Zaningeha Lîlleyê Olivier Esteves da zanîn kupiştî bahara Erebê nijadperestiya olê zêde bûye û got: "Demaku em kampanyayên hilbijartinê dinihêrin, em dibînin ku misliman wekî kesên endamê DAIŞê têne ditîn. Ne tenê siyasetmedar, di vî warî de zimanê medyayê jî gelek xerab e."

Siyasetzan û Civaknasê Zanîngeha Salzbourge Farîd Hafez bal kişand pirsgirekên mislimanan û got: "Dema ku jineke misliman hîcabê li xwe dike wekî endama DAÎŞê tê dîtin û jê dipirsin tu endamê vê rêxistinê ye an na? Helbet teqîna Parîsê jî sedemeke mezin e. Herwiha ji bilî mislimanên li Tirkiyê û Bosnayê herî zêde li dijî Ereban nîjadperestiyek heye."

Akademisyenên ku dive konferansê de cih girtin, li ser mijarên şer û pevçûnên mezhebî û olî jî rawestiyan û diyar kirin ku dive helwesta Ewrûpiyan ya lidijî mislimanan bê guherandin. Herwih ali ser xeter e û kambaxiya îslamofobiyê jî hate xwestin hem siyasetmedar hem jî çapemenî dive dev ji şêwaza êrîşkar berde.

K24
Top