• Sunday, 28 July 2024
logo

Almanya - Di daweta Kurdan de xortekî bi demançeyê keçek kuşt

Almanya - Di daweta Kurdan de xortekî bi demançeyê keçek kuşt
Dawiya hefteyê daweteke Kurdan li bajarê Almanya Hannoverê bi jineke kuştî û çendîn kesên birîndar bi dawî bû.

Li gor polîsê Almanya, duh roja yekşêmî 13ê Adarê derdora saet 22.20ê şevê zilamekî 22 salî çend gulle teqandine û keçeke 21 salî ya mêvana dawetê birîndar kiriye.

Li gor zanyariyên ji polîsê Almanya, keça 21 salî di heman şevê de li nexweşxaneyê ji ber giraniya birrînan jiyana xwe ji dest da.

Weke ku hat diyarkirin, sedema kiryarê hezkirin û hesûdiya xortê êrişkar bûye. 300 kes weke mêvan tevlî dawetê bibûn.

Piştî bûyerê hejmarek mêvanên dawetê jî bi hev ketin û di encama pevçûnan de herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê hejmareke zêde ya polîsên Almanya bi ser dawetê de girtin û rewş aram kirin. Heta serê sibehê jî derdora salonê di jêr kontrola polîsan de bû.

Piştî ku çeka kuştinê li salona dawetê hat dîtin, polîsên Almanya niha li xortê 22 salî yê kujer digerin.

Rudaw
Top