• Sunday, 28 July 2024
logo

Zilamên Rûsî jinên welatê xwe gulbaran dikin

Zilamên Rûsî jinên welatê xwe gulbaran dikin
Rûnitşvanên Rûsya îsal jî roja 8ê Adarê ku wek roja Cîhanî ya Jinan hatiye diyarkirin, di rewşek asayî de birêkirin û zilamên Rûsî bi pêşkêşkirina çepikên gulan pîrozbayî li jinan kirin.

Di roja 8ê Adarê de û çend roj pêştir jî bazarên firoetina gulan li seranserê Rûsya germ bibûn û bikirrên gulan jî zilamên Rûsî bûn. Li Rûsya di roja Cîhanî ya Jinan de bi milyonan dolar bo kirrîna gulan û pêşkêşkirina wan bi jinan tê xerckirin.

8ê Adarê li Rûsya zêdetir wek cejna Gulan xuya dike. Diyartirîn adeta wê cejnê di nav civaka Rûsî de gulbarankirina jinên wan e, her ji ber wê yekê jî li pirraniya kûçe û kolanên bajarên wî welatî, zilam tên dîtin ku bi çepikên gulan ber bi malên xwe ve diçin.

Jibilî wê yekê, jinên Rûsî jî çepikên gulan di wê roja taybet bi xwe de, pêşkêşî hev dikin.

Rudaw
Top