• Sunday, 28 July 2024
logo

Encumena Bilina Xaniman roja cîhaniya jinan pîroz dike

Encumena Bilina Xaniman roja cîhaniya jinan pîroz dike
Em bi berxwedan û hevbeşî ya jinan, bi ser qeyran û terorê baz didin û berev wekhevî ya cinderî gavan dihavêjîn

Em li heştê Adarê roja cîhanî ya jinan silavan ji dayik û xuşk û hevjîn û keçên serbilindên şehîdan dikin.

Em silavan ji pêşmergeyên jin û malbatên berxwedêrên pêşmergeyên egîd û polîs û hezên asayişa navxwe dikin û destê karmendên jin ji polîs û hêzên navxwe digivişin.

Em alîkarî û piştîvaniya jin û keçên serbilindên Êzîdî, Kirîstiyan, Turkman, Şebek û Kakeyî û gişt pêkatî û wan xatûnan dikin ku bûne qorbaniyê tawan û destdirêjiya hovaneya DAIŞ û terror û tundiyê.

Em bi dengê bilind bi hemû cîhanê re dibêjin hûn sembola keramet û berxwedanê ne.

Em bi keç û jinên koçber û penaber li Kurdistanê dibêjin hûn bi tenê ninin, em nan û aramiye tevî we parve dikin.

Silav ji gişt jin û keçên berwedêrên Kurdistanê bi karmend û mamosta gişrt ewên ku li devey mal kar dikin û her wiha yen ku kabaniya malê ne, her dem tevî mêran li xebat û têkoşînê hevpar bûne û gelek caran jî bi êş û jan qorbanî dan.

Careka din, em li salvegera raperîna gelê Kurdistanê pêdagiryê li ser jêhatî û berxwedana jinên Kurdistanê dikin ku bi dirêjahiya dîrokê ji bo berev pêş birina mafên gelê kurd faktoreka bi bandor bûne.

Silav ji jinên Îraqê û cîhanê, silav ji mirovdost û xebatkarên riya bi dest anîna yeksaniya navber jin û mêran û dada civakî.

Civaka navdevletî îsal mijûlê darêtina armancên pere pêdan 2015-2030 e, ku em li Herêma Kurdistanê zêdebarê dijwarî û asteng û qeyranan beşdarê ve pirosêsê ne.

Encumena Bilinda Xaniman bi hevbeşî tevî damezrawên din yên hikûmet û perlemantoyê û gişt aliyên têkildar mijûlê darêtina pilan û pirojeyê ye ji bo bi cih anînê, bi taybetî armanca pêncem ku ji destve anîna wekhevî navbera her du cinderan û şiyandina keç û jinan pêk hatiye.

Dubar silav ji gişt jinên kurdistanê û cîhanê. Jin û mêr bi hev re sozê didin ji bi berhingar bûna terror û qeyranan û gavên egîdane di havêjin bo destve anîna aştî û aramî û dabîn kirina wekheviya navbera her du cinderan.

Encumena Bilinda Xaniman
Top