• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Silêmaniyê şer derket – Karmendekî Asayişê hat kuştin!

Gulan Media January 27, 2016 Civakî
Li Silêmaniyê şer derket – Karmendekî Asayişê hat kuştin!
Li bajarê Silêmaniyê şer derket, karmendekî Asayişê hat kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

Îro li taxa Wilobe ya bajarê Silêmaniyê, di navbera şofêrên du otomobîlan de şer derket.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di bûyerê de karmendekî Asayişê hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku ew bûyer ji ber kêşe û arîşeyên civakî derketiye lê nayê zanîn ka ew karmendê Asayişê jî beşek ji wê arîşeyê bûye yan na.

Ji bo zanîna vê yekê, Peyamnêrê Rûdaw telefona rêveberê giştî yê Asayişa Silêmaniyê Westa Hesen kir lê wî nexwast tiştekî bêje tenê got, wextê min tine ez bersiv bidim.

Derheqê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Rudaw
Top